Taybetî

Mercên Qanûnî yên Ax TV

Ax TV pêzanînên taybet li ser mêvanên malperê kom nakit. Mêvanin malperê serbest in li berdest kirina pêzanînê bo Ax TV.

Komkirina Pêzanînê

Dema mêvan seredana malpera Ax TV dikin, pêzanîn derbarê seredan kirina rûpelên malper û dagirtina babetên malperê bi awakê otomatîk dihêt kom kirin. Pêzanînên kom kirî, pêzanînên taybetî nîne li ser mêvanên malperê. Em van pêzanînan kom dikin:

1- Domêna Internetê (mînak, ‘xkompany.com', yan 'zanko.edu') û IP address a mêvanên malperê.

2- Cûrê browser yan sîstema bikar hatî dema mêvan seredana malpera Ax TV dikin.

3- Jimara rûpelên mêvan serdan dikin.

4- Roj û demê seredanên malperê.

5- Eger malpera Ax TV bi malperka din bihêt link kirin, address a malpera din.

Ax TV bi rêka Kûkî (cookie) pêzanînan kom dike, ku fayleke biçûk e li demê seredanî kirina piraniya malperan dihêt nav komputera te. Kûkî dihêt bikar anîn da ku bizanîn ka mêvanên malperê pitir giringî bi çi babetekê didin.

Eger mêvan bi xwe pêzanînê bidin Ax TV

Dema mêvan bi xwe pêzanînê bi rêka e-mail yan her cûrekê din didin Ax TV, ew pêzanîn dihêt bikar anîn ji bo bersiv dana peyama mêvanê. Ax TV pêzanînên taybet ji bo çi armancan kom nakit û pêzanînên mêvanan nadet çi rêkxistî û aliyekê din. Em e-mail address a mêvanan didin ajanseka dî ya hikûmeta fedral eger peyama eliktironî ya mêvanê derbarê wê ajansê be yan jî li alîyê qanûnî ve daxaz bihêt kirin ku address a mêvanê berdest bikîn.

Agahdarî

Reng e Ax TV malpera xwe bi malperên din yan raportên nûçeyan girê bide. Eve bi wê manayê nahêt ku Ax TV piştevanîya bîr û raya wan malperan dike yan ji ew bîr û ra rast in.

Ax TV bernamên xwe ji bo guhdar û bînerên nav Herêma Kurdistan û Ewropa belav diket. Malpera Ax TV jî bo mêvanên hundirê Herêma Kurdistan û Ewropa ye.

Rastkirin

axtv.net bi vî awayî mamelê ligel xeletîyan dike:

Eger xeletî bi tinê di nivîsînê de be bêy ku kartêkirin hebe li ser rastî û manaya dirûsta raportê, Ax TV vî bi xeletiyeka biçûk hîsab dike û xeletî dihêt rast kirin bêy ku bihêt ragehandin.

Eger xeletî mezin be, xeletî dihêt rast kirin û asterisk (*) bi rex raportê dihêt danan û li bin rûpelê mêvanan agehdar dikîn ku xeletî hatibû kirin û hat rast kirin.

Têbînî û postên mêvanan

Pêdaçûn bi hemî têbînî û postên mêvanan dihêt kirin berî ew post li ser malperê belav bibin. Ax TV bizav dike ku di demê 24 demjimêran de yan kêmtir, pêdaçûnê bi postên mêvana bike. Ax TV têbînî û postên li ser îdeolojî yan bîr û raya siyasî sansor nake. Ax TV destkarîyê têbînî û postên mêvanan nakit, yan wan belav dike yan jî wan belav nake. Pêdivî ye her hemî têbînî û post:

1- Derbarê babetê bin.

2- Bêrêz kirin, axaftinên kirêt, zimanê rik û kerb yan her cûre reftarekê ne hejî, rêk pê nahête dan.

3- Hêriş kirina zarekî bo ser her kesekî, yan jî daxaza encamdana tond û alozî rêk pê nahêt dan.

4- Bi tinê rêk bi nivîsînê dihêt dan, ne html û kodên din.

Mafên Qanûnî

1- Mêvan dikar in her raporteka li malpera axtv.net belav dibe dubare belav bikin. Pêdivî nîye mêvan destûrî wergirin ji bo belav kirina babetên Ax TV, belê pêdivî ye ku bihêt nivîsîn ku ew babet/raport li AxTV hatîye wergirtin. Ji bo pêzanînên pitir, peywendî bi [email protected] bike.

2- Herî nivîsîn, deng û vîdyo ya Ax TV mûlkê giştî ye. Çênabe her nivîsîn, wêne, deng û/yan vîdyo ya AP dîsa bihêt belav kirin û/yan bihêt dabeş kirin.

3- ‘Ax TV’ û ‘axtv.net’ trêdmarkên taybet in ku çênabe ji bo meremên bazirganî bihên bikar anîn bêy destûrê Ax TV. Belê mêvan dikarin logo ya Ax TV yan axtv.net bikar bînin eger bivêt malperên xwe bi malpera axtv ve girê bikin.